hasan ağaç jidayikbûn 1964 li hîlwan, parêzgeha riha, bakurê kurdistanê - (m. 18ê gulan 1997), siyasetmedar û fermandarê partiya karkerên kurdistanê bû. dibistana serete tenê li hîlwan xwend. malbata wî li pêşberî peywirên azadî, nasnameya gelê xwe yê kurd, her dem xwe amade dîtine. malbatek qelebalîxe, xizane. ji ber vê yekê car caran diçin metropolan tirkan xebatên aborî ji bo debara şexsî dikin. weneveke li bajarên kurdistanê, malbata herî pêşî xwe bi rêxistin kirin yek ji wan malbatan jî malbata hasan ağaç e. berî sala 1980ê, din ava tevgera azadî de cîh girtine. birayê wî mehmet ağaç, li hîlwanê li pêşberê axa û began ketiye nava şer, jiyana xwe di sala 1979an de ji dest dide. birayê wî yê din, ahmet ağaç (şukrî), jî di sala 1993an de li wêranşar, bi pênc hevalên xwe re ketiye nava refên cangoriyan. weneveke bi sekna xwe ya xwedî karekter, qewîm herdem di nav civaka xwe de bi tiliyên tê nişankirin. hasan ağaç di sala 1989an de bi hep re dest bi xebatên demokratîk kir û berpirsyari...